Mahiyeya 33 salî tu carî nexweşiya xwe, wek astengiyek nedît û ji zarokatiyê ve li ber xwe dide. Keçika ciwan bi hewla xwe nexweşiya li ser xwe gelek sivik kiriye. Niha jî diçe kursa destkariyê.
Gava 2 salî bû nexweşî derbas kir. Ne dikarîbû rabe ser piyan ne jî bi rê ve biçe. Lê wê li ber xwe da…
Mahiye li gundê Vartînîsê yê Tîla Mûşê dijî. Keçika ciwan bi hewla xwe û piştgiriya malbata xwe him ev nexweşiya li ser xwe sivik kiriye him jî niha bi îmkanên xwe diçe kursa Navenda Gel.
Mahiye bi saya kursa destkariyê him bêhna xwe vedide him jî qezencê dike.