Malbata Laleyê, ji Sivereka Şanlıurfayê ye. 2 zarokên wan ji ber nexweşiya gurçikê mirine. Keçika wan jî niha ji ber vê nexweşiyê tedawiyê dibîne. Ew ji xêrxwazan û dewletê alîkariyê dixwazin.
Qasim û Hacer Lale, ji Sivereka Şanlıurfayê ne. 2 zarokên wan ji ber nexweşiya gurçikê jiyana xwe ji dest dane.
Qasim Beg di înşeatan de dixebite û bi vî awayî debara mala xwe dike. Hacer Xanim jî li zarokan dinêre.
Piştî mirina 2 zarokan, keçika wan jî bi vê nexweşiyê hat dinê. Keçika nexweş rojê 12 saetan girêdayî makîneya diyalîzê ye.
Ji ber nexweşiyê, malbat keçikê car caran dibin bajarên din. Ev yek jî pir bi zehmet e.
Ew li benda xêrxwazan û dewletê ne ku aliyê wan bikin.