Hecî Mihemed Şentürkê 75 salî li cizîrê dimîne. Ev 70 sal in jî di dikaneke 4 metreçarçikî de bi çêkirina dergûşan mijûl e. Dergûşên wî li çar aliyên welêt tên firotin. Mamê mihemed dibêje; ji ber zêdebûna amurên teknolojîk ev meslek tê jibîrkirin..
Navê wî Hecî Mihemed Şentürk e û li Cizîrê dijî. Wî hêj di zarokatiya xwe de dest bi karê dergûşan kiriye.
Niha 75 salî ye û 70 salên xwe di çêkirina dergûşan û amûrên darîn de derbas kiriye.
Mamê Hecî Mihemed dibêje; ji ber derketina alavên teknolojîk ev meslek tê jibîrkirin..
Hosteyê jêhatî li cihê xwe, ji bilî dergûşan, elb, pencere û deriyên darîn jî çêdike
Ew ji ber rewşa karê xwe gelekî xemgîn e û dibêje kesên ku vî karî dikin êdî zêde nemane.
Mişteriyê wî jê zehf hez dikin.
Dergûşên wî li çar aliyê welêt tên firotin û ji bo siheta mirovan jî tu talûkeya wan tune ye.