Abdulcelil Cazımê 71 salî li Cizreyê dijî û wek Celoyê Qehwevan tê naskirin. Ev 60 sal in jî di dikaneke 3 metreçarçikî de, çaygeriyê dike û çayê difiroşe. Wî bi çaygeriyê 12 heb zarok mezin kirin. Niha gelek neviyên wî hene lê dîsa jî dev ji çaygeriyê bernade.
Abdulcelil Cazımê 71 salî li Cizreyê dimîne û wek Celoyê qehwevan tê naskirin.
Ev 60 sal in jî di dikaneke 3 metreçarçikî de, çaygeriyê dike û çayê difiroşe.
Wî bi çaygeriyê 12 heb zarok mezin kirin. Niha gelek neviyên wî hene lê dîsa jî dev ji çaygeriyê bernade.
Çaygerê jêhatî kuçe bi kuçe digere û çayê dide gelê cizreyê. Çaygerê navborî ji karê xwe jî gelekî keyfxweş e. Mişteriyên wî zehf ji wî hez dikin.
Celoyê qehwevan hêvî dike ku meslekê wan berdewam be û neyê jibîrkirin
Ew dibêje heta ku ez li ser piyan bim, ez ê çaygerêyê bikim.