Mehmet Nurî Ertenê 71 salî li Mûşê dijî û ev 51 sal in necariyê dike. Hosteyê salan ji daran ji kursiyan bigirin heta dergûş û maseyan gelek berheman çêdike. Hoste Mehmet dibêje ku bi hatina biharê karê wî jî gelek zêde bûye.
Li herêma Mûşê necar gelek hindik mane. Yek ji wan jî Mehmet Nuri Erten e.
Hoste Mehmet 71 salî ye û ev 51 sal in necariyê dike.
Hosteyê salan di atolyeya xwe de ji kursiyan bigirin heta dergûş û maseyan gelek berheman çêdike.
Hoste Mehmet berhemên xwe tenê ji daran çêdike û amûrên kîmyewî hema hema bi kar nayne.
Hosteyê salan dibêje bi hatina biharê re karê wî jî zêde bûye û ji gelek cihan siparîş tênê.