Xaliyên hevrîşimê ku li Qosera Mêrdînê çêdibin tên şandin derwelêt. Nêzî 15 jinên Qoserî, lİ navenda Çatomê xalîçeyan çêdikin û ji bo bigihêjin sîparîşan bi şev û roj dixebitin.
Xaliyek di 9 mehan de çêdibe. Ji bo vê jî 15 jinên Qoserî bi şev û roj dixebitin.
Xaliyên hevrîşim ku li Qosera Mêrdînê tên çêkirin, di serî de Japonya û Îngilistan, tên şandin gelek welatan.
Jin dibêjin: “Karê me karekî gelek zehmet e. Lêbelê dema însan diecibînin û dikirin em gelek kêfxweş dibin.”