Kêfa melevaniya gavanên zarok ya di cokê da

Li Qersê gavanên zarok yên ku ji ber germahiyê zêde aciz dibin xwe diavêjine cokan û kêf dikin.

Kêfa melevaniya gavanên zarok ya di cokê da

Li Qersê şivan û gavanên piçûk yên ku ji ber germahiyê zêde aciz dibin xwe diavêjine cokan û kêf dikin.

Zarokên ku li gundên Sariqamiş û Selîma navçeya Qersê diçin ber pez û dêwêr xwe diavêjine coka Asbogayê.

Ji zarokan Oguz Durdag daxuyanî da û got ku roj hewa zehf germ dibe û wiha axivî: "Em derbasî meha îlonê bûn lê hewa hê zehf germ e. Em dema ku dewarên xwe diçerînin rojê 7-8 caran tên vê derê xwe diavêjine cokê. Li rojavayê behrên wan hene, ya me jî cok hene."

Ji zarokan Necmîcan Ozdemîr jî got ew ji ber hewaya germ li çolê zehmetiyê dikşînin û wiha got: "Gava em gelekî aciz bûn em tên coka Asbogayê û ji xwe re melavaniyê dikin. Dema êvarê sar dibe em dîsa jî xwe diavêjinê cokê."

Şivanên zarok piştî kêfa melavaniyê heywanên xwe hildidin û vedigerine gundê xwe.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 01 îlon 2018, 14:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE