Kelemên Mûşê tên berhevkirin

Li seranserê bajêr 3 hezar donim zeviyên keleman hene...

Kelemên Mûşê tên berhevkirin

Kelemên navdar ên Mûşê gihîştin û li seranserê bajêr xebata li ser zeviyan jî dest pê kir. Li Mûşê wê 3 hezar donim zeviyên keleman bên rakirin.

Gava payîz tê li Mûşê jî wextê keleman dest pê dike.

Li seranserê bajêr cotkar li ser zeviyên xwe ne, berên ewil ên salê berhev dikin.

Cotkar kelemên ku berhev dikin, bi riya tucaran dişînin 4 aliyên Tirkiyê.

Kîloya keleman li ser zeviyan 70 qirûş e û her yek ji wam kêm zêde 5-6 lîreyan digire.

Lê mixabin heta tê ser dezgeyên marketan bihayê wan gelek zêde dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE