Li İslahiyeya Entabê tiriyên bi navê 'Reşika Entabê' çêdibin. Li navçeyê kesaxtina rezan dest pê kir. Kesaxtin bi giştî meha sibatê dest pê dike heta 2 mehan dewam dike.
Li rez, darên tiriyan yek bi yek tên kesaxtin.
Li van rezan tiriyên 'Reşika Entabê' tên rakirin.
Bi tiriyên van rezan him dims tê çêkirin him jî mewîj.
Li Islahiyeya Entabê kesaxtina rezan meha Sibatê dest pê dike û nêzî 2 mehan dewam dike.
Dims û mewîjên ji van rezan ji bo gelek bajaran û derwelêt tên firotin.