Kesên dixwazin ji teşqeleya bajêr dûr bikevin berê xwe didin Gola Masî

Kesên dixwazin ji teşqeleya bajêr dûr bikevin berê xwe didin Gola Masî

Gola Masî ya li Rojhilatê Anadoluyê ku li dereke 2 hezar û 241 mêtro bilind e bi tebîet û giravên lê hene her demsal bala geştiyaran dikişîne.

Gola Masî ya li Zozanê Sînegê ku di navbera Ağrı û Iğdırê da dimîne bi du giravên xwe, masî û çûkên lê hene herm dem dibe mekanê geştiyaran.

Bi taybetî dawiya hefteyê kesên dixwazin ji teşqeleya bajêr dûr bikevin berê xwe didin Gola Masî.

- Geştiyar bi karavanên xwe tên û sirûşthez jî bi çadirên xwe dikevin kampê

Geştiyarên tevî malbatên xwe tên qadên ger û geştê bi tûrên kelekan çivîkên curbecur dibînin, li ser giravan digerin û dikevin avê.

Di hin demên salê da bi taybetî Fransa û Almanya geştiyarên bi karavanên xwe ji welatên Ewropayê tên serdana herêmê û sirûşthez jî bi çadirên xwe dikevin kampê.

- Di kelekel û germê da xwe di ava golê da hênîk dikin

Nurettîn Tenikê ji Iğdırê hatiye serdana golê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li ser pêşniyaza hevalê xwe rojek berê hatiye herêmê û digere.

Tenik diyar kir di kelekel û germê da xwe di ava Gola Masî da hênîk dikin û wiha axivî: "Em tevî malabata xwe derdikevin ger û geştê. Kêfa me ji vir ra hat."

Ji geştiyaran Seren Dogarê destnîşan kir ji zarokatiya xwe da ye tê vir û got ku li Gola Masî heger rê were çêkirin û otêl bên avakirin wê gelek kes ji bona ger û geştê werin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE