Kevneşopîya hezar salan; alîkariya feqîran

Xwendekarên lîseyê alî feqîran dikin û dibin mînak...

Kevneşopîya hezar salan; alîkariya feqîran

Kevneşopîya hezar salan li Diyarbekirê jı aliyê xwendekarên Lîseya Meslekê careke dinê hat tetbîqkirin. Xwendekaran bi pereyê di berîka xwe de deynê feqîrekî dan.

Di kevneşopîya hezarsalî ya Osmanîyan de xêrxwazan deynê feqîrekî ji deftera zememê yanî ji deftera deynan dibir û haya wî kesî ji vê çênedibû.

Mijara deyndayînê û defterên zîmemê di lîseyan de jî weke dersekê tê dayîn û di hedefa wê de piştgirî û zêdekirina alîkariyê heye.

Xwendekarên Lîseya Meslekê ya Şeyhmus Sultan Tatlıcı jî xwestin vê kevneşopîyê bi bir bixin û di nav xwe de pere berhev kirin.

Xwendekaran bi wî pereyî ew kevneşopîya dîrokî tetbîq kir.

Tevgera xwendekaran kêfa esnafan jî anî û wan jî alîkarî kir.

Xwendekaran hemû pereyê ku di nav xwe de berhev kiribûn dan esnafê taxê û bi vî awayî deynê feqîrekî hat dayîn.

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE