Kevokên xwe li dikanê xweyî dike

Li bajarê lê gelek kes çivîkan xweyî dikin bi sedan salan e welatî li ser xaniyên xwe kevokan xwedî dikin lêbelê ji ber ku di van demên dawîn da malên misteqîl kêm dibin û di dewsa wan da avahiyên bilind tên çêkirin xweyîkirina kevokan gelekî zor bû.

Kevokên xwe li dikanê xweyî dike

 Li Şanliurfayê welatiyê bi elektrîka wesayîta ra eleqedar dibe li dikanê kevokan xweyî dike.

Li bajarê lê gelek kes çivîkan xweyî dikin bi sedan salan e welatî li ser xaniyên xwe kevokan xwedî dikin lêbelê ji ber ku di van demên dawîn da malên misteqîl kêm dibin û di dewsa wan da avahiyên bilind tên çêkirin xweyîkirina kevokan gelekî zor bû.

Îbrahîm Halîl Gîrîtê bi karê elektrîka wesayîtan ra eleqedar dibe kevokên xwe yên gelekî ji wan hez dike li aliyekî dikanê di qefesê da xweyî dike.

Gîrît li dikanê 30 kevokên ji cisnên cuda xweyî dike. 

 "Xweyîkirina kevokan eşq e, bi tiştekê nayê pîvan"

Îbrahîm Halîl Gîrît diyar kir ku ji 13 saliya xwe vir da kevokan xweyî dike û nikare dev jê berde.

Gîrît got li Şanliurfayê hezkiriyên kevokan zêde ne, kesekê ku pê ra eleqedar bibe êdî nikare dev jê berde.

Gîrît got ku çaxê bi kevokan ra dema xwe derbas dike morala wî baş dibe û wiha pê da çû:

"Kêmzêde 30 sal e kevokan xweyî dikim. Xweyîkirina kevokan eşq e, bi tiştekê nayê pîvandin. Ez jî nikarin dev ji van çivîkên bedew berdim. Min berê li ser xaniyê xwe yê yekqatî kevokên xwe xweyî dikirin. Min mala xwe barî bînayê kir. Nikarim kevokan bibim wê derê. Ji ber ku nikarim dev jê berdim jî li dikanê xweyî dikim. Ez li vê derê wan xweyî dikim. Hezkirina kevokan ji bo min hobiyeke baş e. Ez tewsiyeyî her kesî dikim."

Ji bo kevokên xwe kameraya ewlehiyê danî dikana xwe

Gîrît got ku piraniya rojê li dikanê derbas dike, dema naxebite jî tê li dikanê kevokan qut dike.

Gîrît wiha pê da çû: 

"Hetanî qut û ava wan nedim dest bi kar nakim. Paşê cûcikên wan ên teze kontrol dikim. Qefesa wan paqij dikim. Dema ez van karan dikim jî li cem min disekinin. Mişteriyên min pêşiyê şaş û metel dimînin, kevok bala wan jî dikişînin. Bi kevokan ra eleqedar dibin. Di nav rojê da bi taybetî jî dema hewa germ dike kevokan derdixim ber derê dikanê. Hinekî digerin û paşê vedigerin punika xwe. Ji bo ku kevokên min zirarê nebînin min kameraya ewlehiyê avêt dikana xwe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE