Kêf û şahiya zarokan

Zarokên perwerdeya taybet li navenda şahiyê têra dilê xwe kêf kirin

Kêf û şahiya zarokan

Li Midyadê ji bo zarokên perwerdeya taybet bernameyeke şahiyê hat lidarxistin. Bi qasî 50 xwendekarên taybet tevî mamosteyên xwe li navenda şahiyê têra dilê xwe leyîstin û kêf kirin.

Xwendekarên perwerdeya taybet têra xwe kêf kirin.

Li Midyada Mêrdînê ji bo zarokên ku li mekteban perwerdeya taybet dibînin bernameyeke şahiyê hat lidarxistin.

Bi qasî 50 xwendekarên taybet di çarçoyeya projeya “Çalakiyên Civakî” de tevî heval û mamosteyên xwe li navendeke şahiyê hatin ezimandin.

Zarokên ku nêzî 2 saetan li navendê man, bi lîstik û şahiyên cûrbicûr kêf kirin.

Piştî bernameyê, li zarokan xwarin û hin diyarî jî hatin belavkirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE