Li Serêkaniya Rihayê, welatiyê astengdar ê bi navê Alî Kûrt ji şaredariyê daxwaza kursiya biaku ya astengdaran kir. Şaredar Menderes Atîlla, di heman rojê de talîmat da û ji bo ciwanê astengdar kursiya biaku hat peydekirin.
Alî Kûrt, ciwanekî ji lingê xwe astengdar e û li gundê Koçerên Hamika Serêkaniya Rihayê dijî.
Ciwanê astengdar, gelekî dixwest kursiyeke wî ya biaku hebe.
Alî Kûrt, ji Şaredariya Serê Kaniyê daxwaza wesayida biaku ya astengdaran kir.
Şaredar Menderes Atîlla, di heman rojê de talîmat da û ji bo ciwanê astengdar kursiya bi aku hat peydekirin.
Xebatkarên şaredariyê, erebeya bi aku anîn gundê Kûrt.
Ciwanê astengdar, gundî û malbata wî gelekî kêfxweş bûn û sipasî şaredariyê kirin.