Kêfa kaşûnê ya li Qerejdaxê

Govenda li ser berfê û kaşbazên bişelwar hêjayî dîtinê ne…

Kêfa kaşûnê ya li Qerejdaxê

Zivistanan, welatiyên derdora bajarên weke Riha, Diyarbekır û Mêrdînê berê xwe didin Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê. Ji ber ku li deverê bi tenê li Qerejdaxê navenda kaşûnê heye, dema ku berf erdê digire ew der bi welatiyan tijî dibe. Li vê kaşûngehê tiştê herî zêde balê dikişîne jî kaşbazên bişelwar in.

Di demsala zivistanê de werzişa welatiyan bi piranî şemitandina li ser berfê ye.

Ji ber ku yekane navenda Kaşûnê li devera Qerejdaxê ye welatiyên bajarên derdorê jî ji bo şemitandinê berê xwe didin vê kaşûngehê.

Kaşbazên bi şelwar jî rengekî cuda didin kaşûngeha Qerejdaxê.

Ev kaşbazên bişelwar bi awayekî profesyonel xwe dişemitînin.

Welatiyên ku ji bajarên herêmê tên, têra dilê xwe kêfa berf û şemitandinê derdixînin.

Hin kaşbazên ecemî jî xwe bi zorê li ser piyan digirin.

Piştî kaşûnê jî welatî li ber def û zirneyê govendê digerînin.

Ji ber sermê ji wan re govend bûye rêya xwegermkirinê.

Hin malbatan jî zarokên xwe bi usûla bav û kalan bi teştan xijikandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE