Kêfa li ber Behra Wanê

Soberiyê dikin, li wesaîtên avê siwar dibin, xwe didin ber tavê

Kêfa li ber Behra Wanê

Li herêma serhedê hewa carna 35 pile germ dibe. Welatiyên ku ji germê aciz dibin jî berê xwe didin peravên Behra Wanê. Peravên Titwan, Xelat û Alcewazê qasî peravên behrekî xweş û paqij in. Tenê ne gelê herêmê ji bajarên din jî welatî tên ber Behra Wanê û ji xwe re kêf dikin.

Peravên ewqas paqij ên wek camê,

Welatiyên ku têde kêf û soberiyê dikin.

Ji ber ku li herêma Serhedê îsal hewa pir germ e welatiyên herêmê ji bo xwe hênik bikin berê xwe didin peravên Behra Wanê.

Hin ji wan di behrê de soberiyê dikin hin ji wan li wesayîtên li ser avê siwar dibin hin jî xwe didin ber tavê.

Bi taybetî jî peravên Titwan, Xelat û Elcewazê yên navçeyên Bedlisê bala xelqê herêmê dikişînin.

Ji navçeyên din jî gelek kes diçin ber Behra Wanê.

Welatî dibêjin perav û ava behra Wanê ji hemû behran xweştir e.

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE