Kêfa tesîsên kaşûnê yên Qerejdaxê

Dawiya hefteyê welatî berê xwe didin Qerejdaxê

Kêfa tesîsên kaşûnê yên Qerejdaxê

Dawıya hefteyan hemû welatîyên derdora bajarên Riha, Amed û Mêrdînê berê xwe didin navenda kaşûnê. Jİ ber ku lı deverê bİ tenê lİ Qerejdaxê navenda kaşûnê heye, dİ demsala zİvİstanê de ew der bİ welatİyan tijî dibe. Li vê kaşûngehê tiştê herî zêde bal dikişand jî kaşbazên bişalwar bûn.

Ji ber ku yekane navenda Kaşûnê li devera Qerejdaxê ye welatiyên derdora bajarên Amed, Riha û Mêrdînê jî ji bo şemitandina ser berfê her dawiya hefteyê berê xwe didin vê kaşûngehê.

Piranîya welatiyên deverê bi malbatî tên û têra dilên xwe bi berf û şemitandinê kêf dikin.

Li Kaşûngeha Qerejdaxê tiştê herî zêde bal dikişand jî kaşbazên bişalwar ên profesyonelan bûn. Hin mirovên deverê bi cil û bergên herêmî xwe dişemitandin û vê yekê jî dîmenên rengîn derxistin holê.

Hin hal û tevgerên kaşbazên ecemî jî nehat fehmkirin bê dixwazin çi bikin.

Hin malbatan jî zarokên xwe bi usûla bav û kalan bi teştan şemitandin.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE