Kêlhenekên ku nesla wan li ber qelanê ne 39 çêlik li wan zêde bûn

Kêlhenekên ku nesla wan li ber qelanê ne 39 çêlik li wan zêde bûn

Kêlhenekên ku nesla wan li ber qelanê ne û li Bêrecûka navçeya Rihayê, di bin parastinê de ne, 39 çêlikli wan zêde bûn.

Kêlhenekên ku xelkê herêmê wan weke "sembola bereketê" dibînin, li sersanserê cîhanê populasyona wan tenê li welatê Mexribê û Tirkiyeyê mane.

Kelhenekên li Tirkiyeyê li Wîstgeha Xwedîkirina Kelhenekan a Şêfîtiya Bêrecûkê ya girêdayî Rêveberiya 3yemîn Herêma Parastina Siruştê û Parkên Millî tên parastin. êlhenek cara pêşî sala 1977an li Wîstgeha Xwedîkirina Kêlhenekan a Şêfîtiya Bêrecûkê xistine bin kontrolê.

- "Îsal 39 çêlik li wan zêde bûn"

Rêveberê 3yemîn Herêma Parastina Siruştê û Parkên Millî Hacı Ahmet Çiçek ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku li wîstgeha ku beriya nuha bi 45 salan li ser eraziyeke 17 donimî hat avakirin, tê de 2 kêlhenek û 9 çêlikên wan hebûn.

Çiçek wiha got, "Em kêlhenekên xwe, bi mebesta adaptasyon û pêvajoya cotbûn û hêkkirinê de her sal di hefteya duyem a meha sibatê de berdidin siruştê. Îsal di vê pêvajoyê de 9 çêlik li wan zêde bûn. Di meha hezîranê de ji bo parastinê û rêgirya li ber koça wan me ew xistin qefesan de. nuha 321 kêlhenek di wîstgeha me de hene."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE