Koça masîkefalan a ber bi ava şîrîn dest pê kir

Koça masîkefalan a ber bi ava şîrîn dest pê kir

Rêwîtiya masîkefalên Gola Wanê dest pê kir ku di serdema lihevzêdebûnê da berevajiyê avê ajne dikin.

Koça dijwar a masîkefalên ku di Gola Wanê da dijîn û di serdema lihevzêdebûnê da berevajiyî herka avê ajne dikin û koçî avên şirîn dikin, didome.

Masîkefal ku di navbera 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê da nêçîra wan qedexe ye, ji bo domandina nesla xwe berevajiyî herka avê ajne dikin. Di vê ajneya berevajî da dîmenên rengîn derdikevin holê.

Li benda masiyan a li Ava Delî ya li navçeya Erdîşê welatî û wênehez şahidiya rêwîtiya masîkefalan dikin û dîmenên menzereya newaze dikişînin.

Wênehez Gulşen Gunayê diyar kir, îsal ji ber sermayê koça masîkefalan dereng dest pê kir.

Gunayê diyar kir ku wekî Komeleya Wênegiran a Gerdûnî ya Erdîşê ew hewl didin koça masîkefalan bikişînin.

Mehmet Nurî Sevinç jî wiha axivî, "Bi destpêkirina koça masiyan em hatin vir ku dîmenên baş bikişînin. Em li bendê ne ku herkes were dîtina vê dîmena newaze."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE