Koçer ji zozanan dadigerin

Heta bigihîjin deştê ew ê 2 mehan li riyan bin...

Koçer ji zozanan dadigerin

Payîz e, koçerên li zozanên Serhedê êdî dadigerin herêmên germ. Niha em ê berê xwe bidin rêwîtiya koçeran a dûvûdirêj.

Ne bihara wan ne jî payîza wan heye, emrê wan di riyan de derbas dibe.

Koçerên ku bi biharê re tevî keriyan berê xwe didin zozanên Serhedê…

Bi payîzê re ber bi deşt û herêmên germ ve dadigerin.

Riya wan dijwar e; ji çiyayan, di nav teht û zinaran de, bi zehmetî, meş û meş diçin cihê xwe.

Koçerên ku li dû pezên xwe ne, dibêjin karekî zehmet e lê koçerî xweş e.

Rêwitiya koçeran a ji Gimgimê heya Berrîya Mêrdînê wê 2 mehan bidome.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE