Dinya germ dibe û koçer hêdî hêdî berê xwe didin zozanên hênik. tevî riya dirêj û zor û zehmet jî, koçer rojiya xwe naxwin.
Havîn tê, dinya germ dibe…
Koçer jî heywanên xwe didin pêşiya xwe û berê xwe didin zozanên bilind û hênik.
Di meha Remezanê de karê koçeran zehmettir e.
Ew di van riyên dirêj de jî ji îbadeta xwe namînin û rojiya xwe digrin.