Koçerên Batmanî ku ev 5 meh bûn li zozanên Bitlisê bûn, dest bi vegerê kirin. 8 malbat ligel 4 hezar heywanên xwe ji bo şîr û penêr 5 meh berê çûbûn zozanan.
Li herêmê vegera koçeran dest pê kir.
Koçer di nav mehekê de yanî heta meha berfenbarê wê vegerin malên xwe.
Koçerên Batmanî 5 meh beriya niha ji bo hilberîna şîr û penêr derketibûn zozanên Bitlisê yên li Çiyayê Nemrûdê.
Koçer li zozanan ron, penêr digrin, qismekê wê difroşin û qismekê jî ji bo malbata xwe vediqetînin.
Di demsala zivistanê de wê heywanên xwe li malê xwedî bikin.