Koçerên li zozanan bi dorê pezbirînê dikin

Koçerên li zozanan bi dorê pezbirînê dikin

Li Agiriya ku heywandarî lê zêde ye koçeran bi palpiştî dest bi pezbirînê kir.

Zozanên Sînekê ya xwedî çavkaniyên avê û şîn ku bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navçeya Taşliçayê ye, mazûvaniya koçerên Îdirî û yên navçeyên derdorê dike.

Koçer di erdnîgariya dijwar de şev û roj li heywanên xwe dinerin, dûr ji teknolojî jiyana civakî dijîn.

- Bi pêşbirka pezbirînê karê xwe bi kêf û coş dikin

Koçer bi sedema germbûna hewayê car bi car bi pêşbirkê digel kilamên Kurdî dest bi birîna pez kirin.

Ji koçeran Halît Artan ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku biharê ku hewa germbû ew derketine zozanan û dê heta payizê bimînin.

Artan destnîşan kir ji bo pezbirînê hatine wê derê û got, "Li vê derê rojên me xweş derbas dibin. Înşelle emê 300 pezî bibirin."

Mehmet Bulut jî anî ziman ku dê di nava 2 rojan de pezbirîn biqede û wiha got, "Ciwan 20 salî ne û ez 50, em ketine pêşbirka pezbirînê. Ez li pêşiya wan im. Heke îro neqede dê sibe heta nîvro biqede. Ez ji zaroktiya xwe ve vî karî dikim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE