Li Qesra Îshaq Paşê ya Bazîda Agiriyê bi navê kofteya evdîgorê xawarineke navdar tê çêkirin. ev xwarin wek xwarina parêzê ya anadoluyê tê zanîn. kofteya evdîgorê ji sedsala 17. heta îro tê çêkirin û pir tê ecibandin.
Li Bazîda Agiriyê bi navê Kofteya Evdîgorê xwarineke navdar tê çêkirin.
Ev xwarin ji sedsala 17emîn heta îro nehatiye jibîrkirin.
Xwarin cara ewil ji bo Evdî Paşayê bavê Îshaq Paşa hatiye çêkirin.
Çêkirina xwarinê pir bi zehmet e. Goştê pez bi qasî 5 seatan li ser kevir tê kutan. Pişt re bi birinc û pîzavan dibe kofte.
Kofteya navdar a Evdîgorê di nav gel de wek xwarina parêzê tê zanîn.