Di heyama şewbê de wek bikaranîna maskeyan, avêtina wan jî gelek girîng e. Divê mirov maskeyên kevn wisa nevêje derdorê. Li Ercişa Vanê ciwanên dildar kolan bi kolan geriyan maskeyên avêtî berhev kirin.
Ciwan kolan bi kolan geriyan...Bi dronan maskeyên avêtî tespît kirin...
Maske li hemberî nexweşiyê tevdîra herî girîng e. Lê maskeyên hatine bikaranîn jî divê bi baldarî bên avêtin.
Li Ercişa Vanê ciwanên dildar ji bo balê bikşînin ser mijarê faeliyetek kirin.
Kolan bi bolan maskeyên avêtî berhev kirin.
Bi dronan jî ciyên maskeyên avêtî tespît kirin. Li derdorê jî afîşên hişyariyê danîn.