Kolaya Kurdan; Ava Sûsê

Li Amedê serê her kuçeyekê ava sûsê tê firotin

Kolaya Kurdan; Ava Sûsê

Ava sûsê, meşrûbateke tahmxweş e ku ji ava kok û darên sêsû çêdibe. Li Amedê û bajarên derdorê welatî, di germahîyê de ji bo dilê xwe hênik bikin berê xwe didin destgehên ava sûsê.

Di Meha Remezanê de ev eleqeya ji bo ava sûsê gelekî zêde dibe û êdî vexwarina ava sûsê jî bûye çandeke herêmê.

Li Sûra Amedê jî li serê her kuçeyekê heta di heman kolanê de bi dehan destgehên ava sûsê hene.

Welatiyên ku ji Herêma Kurdistanê bi mêvanî hatine jî li hemberî van destgehên ava sûsê şaş û metel dimînin û ev çand ji wan re jî xweş tê.

Li herêmê ev meşrûbat weke kolaya Kurdan jî tê binavkirin û welatî wê weke dermanê hênikbûn û gelek nexweşiyan dizanin.

Piştî meha Remezanê, di germahiya havînê de jî firoşkarên ava sûsê ji bo tîbûna welatiyan bişkînin bi termûsên piştê ava sûsê digerînin.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE