Koleksiyoneke dewlemend a pûlan

Acar ev 47 sal in ku pûlên posteyê berhev dike.

Koleksiyoneke dewlemend a pûlan

Li îpekyoluya Wanê îlhamî acar ev 47 sal in ku pûlên posteyê berhev dike. Di 7 saliya xwe de meraqa pûlan jê re çêbûye. Bi van pûlan koleksiyoneke dewlemend çêkiriye. Ligel koleksiyoneriyê resmên hêja jî xêz dike.

Cur bi cur pûlên posteyê...Her pûlek bi zimanekî ye, ji dewletekê ye...

Îlhamî Acarê Wanî koleksiyoneke dewlemend a pûlan çêkiriye.

Acar li Îpekyoluya Wanê dije. Ji 7 saliya xwe vir ve pûlên posteyan berhev dike.

Di biçûkatiya xwe de ev yek jê re bûye wekî meraqekê.

Di koleksiyona wî de pûlên bi zimanên biyanî, yên ji dewletên cuda cuda hene.

Bi reng, dîrok, çanda welêt gelek pûl di koleksiyona wî de hene.

Îlahmî Acar ji bilî berhevkirina pûlan, tabloyên rengîn jî çêdike.

Di şewba koronayê de 80 tablo xêz kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE