Li Ahlata Bitlisê, fasûliyên hişk tên gihandin. Li Ahlatê û derdora wê, 17 cure fasûlî hene. Fasûliyên Ahlatê îxracî 61 bajaran tên kirin.
Li Ahlata Bitlisê û derdora wê 17 heb cure fasûliyên hişk tên gihandin.
Bi hatina payîzê re, berhevkirina fasûliyan dest pê kir.
Cotkar dibêjin em texmîn dikin rekolteya îsal dê nêzî 30 hezar tonî be.
Fasûliyên Ahlatê li herêmê û seranserê welêt tên ecibandin. Cotkar fasûliyên xwe dişînin gelek bajaran.
Li herêmê bi hezaran kes di karê fasûliyan de dixebitin û ew jî ji bo aboriya herêmê pir girîng e.