Li Sivereka Şanlıurfayê wextê berhevkirina kuncî ye. Cotkarên ku di meha gulanê kunciyê xwe diçinînin di dawiya cotmehê de dest bi komkirina mehsûlê xwe dikin. Cotkar ji bo li herêmê hilberîna kuncî zêde bibe ji dewletê teşwîqe dixwazin.
Sivereka Şanlıurfayê bi tirî û birinca xwe gelek navdar e. Lê van salên dawî çandiniya kuncî jî gelek zêde bû.
Cotkarên ku di meha Gulanê de kuncî çandibûn niha mehsûlê xwe kom dikin.
Kuncî bi kedeke mezin tê çandin û berhevkirin û komkirina wî jî gelek zehmetî ye.
Cotkarên ku kuncî diçînin ji ber zêdebûna mesrefan gilî û gazincan dikin.