Kompereya balkêş

Bi cerê sedan salî ji bo perwerdeya zarokên xwe pereyan dide hev

Kompereya balkêş

Serdar Özyeşîl li Sêrtê dijî û bavê çend zarokan e.

Di sala 2013yan de ji hevalekî xwe cerekî tarîxî ku ji heriyê hatiye çêkirin kirî.

Özyeşîl, ji bo misrefê perwerdeya zarokên xwe pereyan dide hev û vî kûzî jî wek kompereyê ango peredankê bikar tîne.

Özyeşîl dibêje, ev kûzê kevn bereketê zêde dike.

Özyeşîl wiha dewam kir: “Min di zaroktiya xwe de di warê aboriyê de gelek zahmetî kişand. Ji bo ku zarokên min jî zahmetiyê nekşînin ez pereyan didim hev. Ev kûp ji ber ku hinekî tarîxî ye ez di wê bîr û baweriyê de me ku wê bereketa tesarûfa min jî zêde bike.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE