Federasyona nivîsbaran a Tirkiyê, li Enqerê komxebata ewlehiya sîber çêkir. mêvan û beşdaran derbarê teknolojiya sîberê de ji komxebatê gelek îstifade kirin.
Teknolojiya Sîber li dinyayê êdî yek ji meseleyên herî girîng e.
Hemû welat ehemmiyeteke mezin didin pêşketina sîber.
Federasyona Nivîsbaran a Tirkiyê jî, derbarê ewlehiya sîber de komxebatek organîze kir.
Gelek pispor û zanayên teknolojiya sîber li komxebatê hazir bûn.
Naveroka civînê gelek berfireh bû û beşdaran li ser gelek meseleyan da û stend.
Mêvanên ku hatibûn jî, ji komxebatê gelek îstifade kir.
"konferans gelek baş bû û me sûd jê girt. nexasim jî ciwanên me divê bêhtir bala xwe bidin ser teknolojiya sîber û nivîsbariyê. lazim e di vî warû de xwe bi pêş xin û geşedanan taqîb bikin."