Komxebata li dijî muptelabûnê

Beşdaran derbarê pirsgirêk û çaraseriyan de fikr û ramanên xwe gotin  

Komxebata li dijî muptelabûnê

Li Navçeya Tetwanê ya Bilîsê komxebata li dijî muptelabûnê hat lidarxistin. di komxebatê de sernavên wek muptelabûna tiryak, alkol û teknolojiyê hat nirxandin. beşdaran him behsa pirsgirêkan kir, him jî li ser çaraseriyê fikr û ramanên xwe gotin.  

Wezareta Tenduristiyê li hemû bajarên Tirkiyê komxebata li dijî muptelabûnê da destpêkirin.  

Li navçeya Tetwanê ya Bilîsê jî li Salona Konferansê ya Ciwanî û Sporê komxebatek hat lidarxistin. 

Personelên qeymeqamî, şaredarî, tenduristî, ewlekarî, perwerdê û mele û ajokar jî di nav de ne bi tevahî 50 kes beşdarî komxebatê bûn. 

Beşdaran him behsa pirsgirêkan kir him jî ji bo çareseriyê fikr û ramanên xwe gotin. 

Wezareta Tenduristiyê dixwaze bi van xebatan ciwanan ji muptelabûnê biparêze.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE