Kooperatîfa jinên serkeftî

Jinên Geverî xwarinên herêma xwe didin nasîn.

Kooperatîfa jinên serkeftî

Li Gevera Colemêrgê 15 jinên serkeftî kooperatîfek ava kirin û xwarin û çanda herêma xwe didin nasîn. Bi vî awayî xwarinên berê yên ku nedihatin çêkirin careke din derketin holê. Kooperatîfa bi navê “Kooperatîfa Jinan a Pêşketin û Çandiniyê ya Demeterê”, bi projeyên curbicur herêmê dide nasîn.

Xwarinên organik, sebzeyên hişkkirî, hêkên gundan, melemenên xwezayî…. ev hemû tişt li kooperatîfa jinan kom bûne.

15 jinên Geverî di vê saziya hêja de ji xwarinan heta xemlên piçûk gelek tiştan çêdikin.

Keşk, keledoş, glol, hirîse, qlîse,siyabo,kenger… ev xwarin hema bibêjin êdî nayên çêkirin. Bi saya kooperatîfê ev xwarin û xurek derketin holê.

Xanimeke kooperatîfê dibêje ev xwarin, yên bav û kalên me ne.

Kesên ku eleqedar in dikarin herin kooperatîfê û xwarinên xweş tehm bikin û bikirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE