Kovara TRT Çocukê çû ber sînorê İranê

Li zarokên du gundên navçeya Başkaleyê kovar hatin belavkirin...

Kovara TRT Çocukê çû ber sînorê İranê

Ji bo kovara TRT Çocukê bigihîje hemû aliyên Türkiyeyê xebatek hat kirin. Di çarçoveya vê xebatê de li zarokên du gundên Başkaleya Vanê yên li ber sînorê İranê kovar hatin belavkirin. Zarokên gundan ji ber kovarê gelek kêfxweş bûn.

Li milekî berf heye, li milê din gundê Vanadokyayê. Ev nûçe ji du gundên Başkaleya navçeya Vanê ne.

TRT Çocuk li van gundan jî gelekî tê temaşekirin.

Ji ber vê jî TRT Çocukê ji bo zarokên gundên Şikeftî û Vanadokyayê xebatek kir.

Di çarçoveya xebatê de li zarokên van du gundan Kovara TRT Çocukê hat belavkirin.

Xwendekarên ciwan ji bo alîkariya kovarê gelek kêfxweş bûn.

Bi vî awayî Kovara TRT Çocukê heta ber sînorê Îranê çû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE