bi biharê re li Mêrdînê turîst zêde bûn; navenda bajêr û cihên dîrokî van rojan qerebalix in. bi saya çalakiyên sazî û esnafên bajêr, li her quncikekî mêrdînê rengekî cuda heye.
Xaniyên kevn ên dîrokî,,
Kuçe û kolanên qedîm...
Mêrdîna rengîn di biharê de qerebalixtir e.
Van rojan karê esnafên bajêr jî gelekî zêde ye.
Ji bajêr dengê muzîkê jî qet kêm nabe.