Li Rihayê çêkirina "Kulunçeya Alîgor" a tehma tescîlkirî ye bi nêzîkbûna Eyda Remezanê dest pê kir.
Kulunçeya ku tevî ar, rûn, şîr, hêk û kuncî 7 cure biharat jî li nav dixin hevîrê wê dikin carna şirîn jî çêdikin.
Ji bo mêvanên di eydê da tên ziyaretê li ber çaya wan kulunçe tên danîn.
Bi nêzîkbûna eydê ra hosteyên kulunçeyan çêdikin hewl didin ku bila şêniyên herêmê bê kulunçe nemînin.
Ji hosteyan Mehmet Şîrîn Çakici got ku kulunçe ji tehmên sereke yên Rihayê yek e û gelek tê xwarin.
Çakici destnîşan kir ku "Kulunçeya Alîgorê" ya tehmeke xweş a bajêr e, herî zêde di van deman da tê firotin û wiha domand: "Berî eydê firotina kulunçeyan ji sedî 80 zêdetir bû. Welatî kulunçeyan dikirin û di eydê da wê li ber çayê datînin ber mêvanên xwe. Hin kes jî dikirin û ji xizmên xwe yên li dervayê bajêr ra dişînin."
Mîkaîl Demir jî got ku li bajêr kulunçe her tim hene û tên firotin lê herî zêde di eydan da difiroşin.AA