Emerîkayê biryar da ku ji sûriyê derkeve. Li gorî siyasetmedar, serokeşîr û giregirên kurdan qerara washingtonê ji bo kurdan baş e. Ew dibêjin: “emerîka her gav bi aqilê kurdan dilîze.”
Serokdewletê Emerîkayê Turmp eşkere kir ku Emerîka dê leşkerên xwe yên li Sûriyê vekişîne.
Piştî biryara Washingtonê eşîrên Ereb û Kurd ên li Deyrîzor û Reqayê têkiliyên xwe yên bi YPG/PKKê re qut kirin.
150 Eşîrên Ereb, Kurd, Tirkmen û Sûryanî li Ezazê tevlî Kongreya Meclisa Eşîr û Qebîleyên Sûriyê bûn.
Serokeşîrên Kurd biryara vekişîna leşkerên Emerîkayê nirxand.
Siyasetmedar û giregirên Kurd ên li Sûriyê dibêjin; “Kurd bila tu hêvîyan ji Emerîkayê nekin. Lewra Emerîka ji bo menfeata xwe her tiştî dike.”