Di biharê de berf hat, kurm û kêzikên di bin axê de şaş bûn. Li Şirnakê kurmên ku di nav axê de hêlînên wan hene di carekê de derketin ser rûyê berfê. Welatî dibêjin kurm bêhewa mane û ji bo vê derketine.
Li Bêşebaba Şirnakê ev demeke dirêj e berf hebû.
Ev 2 hefte ne dinya xweş bûbû û kurm û kêzikan xwe hazir dikir ku derkevin ser rûyê axê.
Lêbelê ji nişka ve careke din berf hat.
Vê carê kurmên axê derketin ser rûyê berfê.
Vê rewşê gelek kesî heyîrî hişt, lewra di vê demsalê de divê kurm hêj razayîbûna.