Kebaniyên Tetwanî bi riya veguherîna bermayiyan berheman çêdikin û difiroşin. kursiyerên ku ji eşya û malzemeyên bermayî, berhemên balkêş çêdikin. ji firotina wan jî pereyan qezenç dikin û piştgiriyê didin debara mala xwe.
Eşya û malzemeyên bermayî kom dikin û ji wan berhemên cûrbicûr çêdikin.
Li Tetwana Bilîsê ji bo keç û jinên bajêr kursên çêkirina berhemên ji veguherîna bermayiyan hatin vekirin.
Kebaniyên tên kursan, ewilî bermayiyan paqij û sterîlîze dikin, paşê jî bi alîkariya mamoste û hevalên xwe berhem û eşyayan çêdikin û dinexşînin.
Kursiyer him hînî karê veguherîna bermayiyan dibin, him jî ji berhemên ku çêdikin pereyan qezenç dikin.