ÇATOM’ê Li Batmanê kursa bexçewaniyê vekir. Jinên kursiyer ên Batmanî, bêrên xwe hildan û li axê mêwe û sebze çandin.
Xebatên saziyên sivîl ên ji bo jinên herêmê dewam dikin.
Li Batmanê bi pêşengiya îdareya GAP’ê, ÇATOM’ê kursa bexçewaniyê vekir.
Jinên kursiyer ên Batmanî, bêrên xwe hildan û li ser axê, mêwe û sebze çandin.
“Ji ber şewba koronayê ev kursa me hinekê bi derengî ket. Jin tên vê kursê û hînî çandina fêkî û sebzeyan dibin. Herwiha darqusandin û gelek tiştên din jî dielimin.”
Ew ji vekirina vê kursê gelek kêfxweş in.
Bi tevahî 14 jinên Batmanî tên vê kursê û perwerdeyî bexçewaniyê dibin.