Kursa Kurdî ya li Vanê

Pîşesaz û Bazirganên Vanê wê bi kursên kurdî zimanê xwe pêş bixin.

Kursa Kurdî ya li Vanê

Odeya bazirganî û pîşesaziyê ya Vanê ji bo zimanê kurdî li bazarê nexasim ji bo bazirganiya herêma kurdistanê bikar were ji endamên xwe re kursa pêşdebirina zimanê kurdî vedike.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Vanê ku binavê xwe yê kurt wek VANTSO tê zanîn ji bo endamên xwe wê kursa zimanê kurdî veke.

Serokê Lijneya Rêvebirina VANTSOyê Necdet Takva da xuyakirin ku ji bo 7 hezar endamên xwe danezana kursê belav kirine.

Takva got ji xwe li bajarê me ji sedî 90 kurdî tê axaftin, lê ji îro û pêve ji bo bazara kurdî geş bibe em ê kurdî bixin her qada pîşesazî û bazirganiyê.

Takva bal kişand ser bazirganiya bi herêma kurdistanê re û got ji bo bazirganên me bi bazirganên herêmê re rehettir têkilî deynin kurseke wisa pêwist bû.

Qeydên kursê ji îro dest pê kirine.

Ji bo perwerdeyê, VANTSOyê ji zanîngeha Vanê daxwaza perwerdekarên zimanê kurdî jî kiriye.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2020, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE