Bi saya navendên piştgiriya ji bo malbatê, heta niha bi sedan kes bûn xwediyê karekî. Li Sêrtê kursiyerên nû sertîfîkayên xwe girtin û mezûn bûn. Kursiyerên jin dixwazin ji xwe re kargehekê vekin û debara mala xwe bikin.
Piştî keda salekê mezûn bûn..
Li Navenda Piştgiriya ji bo Malbatê ya Sêrtê heyameke din a perwerdeyê qediya.
Kursiyer sertîfîkayên xwe bi merasîmê girtin.
Ev salek e ji zineatên destkariyê bigirin heta çêkirina amûrên malê, resm û xwendinê, li navendê di gelek beşên cuda de perwerde hat dayîn.
Hin ji wan ji bo kêfê hatin virê.
Lê piranî jî dixwazin di beşên xwe de kargeha xwe vekin û debara mala xwe bikin.