Kursên şaredariya Mardinê

Berhêmên kursiyeran di maxazaya şaredariyê de tên pêşandan

Kursên şaredariya Mardinê

Şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê, di nav sala 2018’an de ji bo welatiyan ji 170î zêdetir kurs vekirin. Jinên bajêr di van kursan de gelek tişt çêkirin. Şaredariyê jî ji bo nasandin û firotina berhêmên van maxazayek vekir.

Şaredariyê got “ger rûyê jinan bikene wê bajêr bikene” û ji bo jin karibin li ser piyên xwe bisekinin li ser hev kurs vekirin.

Di sala 2018’an de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo welatiyan ji 170î zêdetir kurs vekirin.

Jinên bajêr di van kursan de him hînî karekî bûn him jî bi hev re demên xweş derbas kirin.

Şaredariyê herî dawî jî ji bo nîşandin û firotina berhêmên kursiyeran maxazayek vekir.

Jinên ku di kursan de hînî sinetên cuda dibin bi saya vê mexazaya jî pere qezenc dikin.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 16:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE