Kursên şaredariya Muşê balê dikişînin

Bi saya kursan di 3 salan de 900 jin hînî xwendin û nivîsandinê bûn

Kursên şaredariya Muşê balê dikişînin

Jinên Mûşê li navendên çand û hunerê yên şaredariyê hînî xwendin û nivîsandinê dibin. tê ragihandin bi saya kurs û bernameyên ku tên meşandin zêdetirî 900 jin hînî xwendin û nivîsandinê bûn.

Kebaniyên Mûşî hînî xwendin û nivîsandinê dibin.

Şaredariya Mûşê ji bo jinên bajêr hînî xwendin û nivîsandinê bibin li çar aliyên bajêr kurs vekirin.

Jinên ku dixwazin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin eleqeyeke mezin nîşanî van kursan didin.

Tê ragihandin bi saya kursan di 3 salan de zêdetirî 900 jin hînî xwendin û nivîsandinê bûn.

Jinên ku kursan xilas dikin êdî dikarin bi dilekî rehet bixwînin û binivîsin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE