Kurtulmuş bû mêvanê TRT Kurdiyê

Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, bû mêvanê weşana taybet a TRT Kurdî û TRT Haberê.

Kurtulmuş bû mêvanê TRT Kurdiyê

Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş, bû mêvanê weşana taybet a TRT Kurdî û TRT Haberê.

Kurtulmuş di weşana taybet de geşedanên rojane nirxandin.

Kurtulmuş derbarê serdanên xwe yên li Batman û Diyarbekirê de axivî û got: "Em hevdîtinên ku dikin ve digihijên hemû civatê. Mixabin di serdemên berê de gelê herêmê rojên bi zor û zehmet derbas kir. Lê şikir ji Xwedê re hem Diyarbakır û hem Batmanê ew rojên berê li pey xwe hişt. "

Kurtulmuş got sibê pîştî axaftina li Zanîngehê dê here serdana Dayîkên Diyarbekirê û wiha dewam kir: Dayîkên Diyarbekirê meseleyek siyasî nîne. Xwezî hemû partiyên siyasî werin û êşa wan parve bikin.

Ji daxuyaniyên Kurtulmuş:

"Me hemû zextên li ser axaftina zimanê zikmakî rakirin. Heta îro li Batmanê hat gotin ku gelek ewladên me êdî kurdi wek dersa bijarte hildibijêrin. Wezareta me ji bo van dersan mamosteyan li dibistanan îstixdam dike. Tirkiye êdi zextên li ser vê meselê li pey xwe hişt. lazim e êdi vê meseleyê nekin mijarên siyasetê. di mijara ziman de me gelek mesafe wergirt. rojên tarî êdi li pey xwe hişt."

Mizakereya dîrokî ya li Stenbolê

"Me di vê pêvajoyê de him bi Rusyayê û him jî bi Ukraynayê ra axivî. Em li herêmê şer naxwazin. Her du jî ji bo me welatên dost in. Li Ofisa Dolmabahçeyê maseya muzakereyê hat sazkirin û feyde da pêvajoyê. Li herêmê pevçûn raste rast bandorê li me dike. Daxwaza me ya sereke ev e ku demildest agirbest were îlankirin û aştî pêk were."

Veguherîna Qanûna Hilbijartinê 

Kurtulmuş: Benda hilbijartinê ji sedî 10 bû, ev gelek zêde bû. Benda hilbijartinê daket %7a û ev ji bo demokrasiya Tirkiyeyê qezanceke mezin e. Ev qanûn ji bo pêşketina demokrasiya Tirkiyê gelek girîng e.

Xebatên ji bo hilbijartina 2023yan

Kurtulmuş: Taybetiya me ya herî mezin ev e ku em di nav gel de ne. Em xîret dikin, hevalên me xwedanxîret in. Niha hemû hevalên me li çar aliyên Tirkiyê xebatên xwe dikin. Ji bo 2023an jî em dixwazin, xîret dikin ku ji dilê miletê xwe dernekevin. Gel hakîm e û em xizmetkar.

Xizmetên li herêmê

Kurtulmuş: Li herêma GAP’ê avakirina 2 bendavan di nava salekê de wê xelas bibe. Bi saya vê hema bêje wê hemû zeviyên me bên avdan. Cotkarên me jî wê ji maliyeteke mezin xelas bibin.

Kurtulmuş: Ligel hemû pirsgirêkan cotkarên me erd û zeviyên xwe vala nahêlin. Pirsgirêk hene lê em li cotkarên xwe xwedî dertên.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE