Kuryeya yekem

Büşra Egi li Kızıltepeyê bi motosîkletê siparîşan dibe

Kuryeya yekem

9 sal berê jê re mîkrokredî derket, bi wê ji xwe re dikana tantuniyan vekir. Ew him tantunîyan çê dike, him jî bi motosîkletê siparîşan dibe. Em ê berê xwe bidin Kızıltepeya Mardînê û yekem kuryeya bi motosîklet nas bikin.

Jinek li ser motosîkletêye ye, siparîşan dibe...

Mala Büşra Egîyê li Kızıltepeya Mardînê ye. Büşrayê 9 sal berê bi birayê xwe ve mikrokredî kişand û dikana tantuniyan vekir.

Ji wê rojê û vir ve xwişk û bira bi hev re dixebitin, tantunîyan çêdikin.

Büşra bi motosîkletê siparîşan dibe teslîm dike.

Ew li Kızıltepeyê kuryeya ewil e lê dîsa jî nabêje kuryetî karê mêran e.

Büşra dibêje: “ez carna dibim hoste, carna dibim garson, carna jî kurye. Ji bo nanê xwe dişixulim’’.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE