Nîşaneyên xweşikiyên deşt û zozanên herêmê, lîloz û guldexwîn in. Her bihar deşt û zozanên Mûşê jî bi van kulîlkên rengîn dixemilin.
Deşt û zozanên Muşê bi laleyan xemilîn.
Lale di navbera Nîsan û Gulanê de vedibin û emrê wan 15-20 roj in.
Jin û mêr, pîr û kal, hemû xelkê Muşê ji laleyan gelek hez dikin.
Cinsê laleyên Mûşê cinsekî taybet e, Ji bo vê jî li ser hin eraziyan tê parastin.