Lastîkên beredayî dike stara pisîkan

Ümit Tuğunmuş lastîkên kevin dike wek stargeh û li cihên cuda datîne

Lastîkên beredayî dike stara pisîkan

Li Bingölê kesekî bi navê ümit tuğunmuş karê çêkirina lastîkan dike. Lê li aliyekî jî ji bo pisîkên li derve stargehên piçûk ên ji lastîkên beredayî çêdike. Paşê jî li deverên cuda yên bajêr bi cih dike.

Pêşî lastîkan dibire, paşê du lastîkan datînen ser hev û jê re sê piyan çêdike, herî dawî jî dibe li cihên cuda yên bajêr bi cih dike.

Ümit Tuğunmuş li navenda Bingölê dijî û karê çêkirina wesayîtan dike.

Ciwanê 25 salî him karê xwe dike him jî ji bo pisîkên li derve starên ji lastîkên kevin çêdike.

Ümitê ciwan ji bo pisîk necemidin nava staran jî tijî potikên bermayî dike.

Welatiyên taxan jî bi xêra xebata Ümit li ber deriyê xwe bi rehetî pisîkan xwedî dikin û kêfa xwe ji wan re tînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE