Li Mûşê hêj berf neheliya lê legleg hatin jî. Gundî dibêjin îsal legleg di wextê de hatin, lê li erdê hêj berf heye. Zarok niha bi nan û êm mêvanên xwe têr dikin.
Legleg wek mizgîniya biharê tên zanîn. Ew di 8ê adarê de nayên lê ji 9ê adarê jî nabihorînin.
Her sal di wextê xwe de ji cihên sar koçî herêmên germ dikin.
Legleg wekî salan, îsal jî di roja xwe de hatin Mûşê lê bi hatina xwe poşman bûn.
Lewra li deşta Mûşê çongek berf heye, hewa hêj jî sar e û legleg nikarin têr biçêrin.
Leglegên ku li deşta Mûşê, li berfê asê bûn, niha li bendê ne dinya germ bibe.