Lehiya li Ercişê rabû

74 mîh bi ber avê ketin, gelek mal û axur di bin avê de man

Lehiya li Ercişê rabû

Li Ercişa Vanê ji ber barana zêde lehî rabû. Di lehiyê de 74 mîh mirin. Her wiha li bajêr gelek xanî, axur û erd jî di bin avê de man. Li herêmê xebatên ji bo tespîtkirina xisar û zirarê dewam dikin

Li Ercişa Vanê ji ber barana zêde lehî rabû.

Di lehiyê de gelek mal û axur di bin avê de man.

Her wiha li taxa Kirkpinarê 74 mîhên ku bi ber avê ketin mirin.

Li aliyê din gelek erdên hatibûn ajotin jî di bin avê de man.

Li herêmê xebatên ji bo tespîtkirina xisar û zirara hatiye meydanê dewam dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE